Ji Besar Esed ji Moskowê yekem daxuyanî: Heta kêliya dawî li Sûriyê bûm!
PeyamaKurd - Serokê berê yê Sûriyê Beşar Esed ku 8ê Kanûnê ji aliyê komên opozîsyonê ve dawî li rejîma wî hate anîn û reviya Rûsyayê yekem daxuyanî derbarê rewşê de da. Esed red kir ku wî berê plana derketina ji Şamê kiriye û got, wî heta kêliyên dawiyê jî serpereştiya eniyên şer kiriye.
Beşar Esed îro 16ê Kanûnê ji Moskowa ya Paytexta Rûsyayê daxuyaniyek belav kir û tê de behsa hîştina desthilatê, şert û mercên derketina xwe ji Şamê û çûna Moskowê kir.
Beşar Esed got: “Berî her tiştî ez ne bi awayekî plankirî wek ku dihat gotin derketim derveyî welêt, herwiha ne jî di demjimêrên dawî yên şer de derketim. Belê ez li Şamê mam ku heta serê sibeha roja Yekşemê 8ê Kanûna 2024 li ser erkê xwe mam.”
Esed dide xuyakirin: “Ligel pirbûna terorê di hundirê Şamê de, ez bi hevahengî ligel hevalên Rûsî çûm Laziqiyayê, da ku ji wir serpereştiya şer berdewam bikim.”
Esed, komên opozîisyonê yên ku Şam û Sûriye xistine kontrola xwe jî wekî terorîst bi nav kir û got, ew hêvî ye ku Sûriyê careke din azad û serbixwe bibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin