Nûçeya lezgîn! Besar Esed û Hasan Rûhanî daxuyanî dan!

14 April 2018 14:43 0 dîtin
Nûçeya lezgîn! Besar Esed û Hasan Rûhanî daxuyanî dan!

PeyamaKurd- Piştî ku Amerîka, Brîtanya û Fransayê li dijî Rejîma Sûriyê operasyon pêk anîn, ji Serokomarê Sûriyê Beşar Esed daxuyaniya pêşî hat.

Esed di daxuyaniya xwe de got ku “Ji ber ku dewletên Rojavayî qontrola xwe winda kirine, van êrîşan dikin. Esed got ku êdî dewletên Rojavayî di şerê navxweyî de qontrola xwe winda kirine. Di her cm kareyê welatê xwe de em ê li dijî terorîzmê re şer bikin û taliyê em ê bi ser bikevin.

Serokomarê Îranê Hasan Ruhanî jî daxuyaniyek da û got ku ew li pişt Sûriyê ne. Rûhanî wiha berdewam kir: Ev êrîş, wê li Rojhilata Navîn bandoreke pir xirab pêk bîne. Ji ber ku terorîstên li Xutayê yên hevalbendên Amerîkayê têk çûn, Amerîka pir qeheriye. Êrîş û hebûna Amerîkayê, tenê xirakirin û êşê tîne herêmê. Amerîka, Fransa û Brîtanya û hinek dewletê wekî wan, ev 17 sal in hê jî li vê herêmê dersek negirtine.