Rûsya xwe ji serokê têkçûyî yê Sûriyeyê Besar Esed bi dûr dixe

30 December 2024 16:08 0 dîtin
Rûsya xwe ji serokê têkçûyî yê Sûriyeyê Besar Esed bi dûr dixe

PeyamaKurd – Rûsya xwe ji serokê têkçûyî yê Sûriyeyê Beşar Esed bi dûr dixe ku heta kêliya dawî piştgiriya wî dikir.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ji ajansa nûçeyan a dewletê TASS re axivî û got ku “Neçareserkirina rejima Esed a pirsgirêkên civakî yên welêt di dema hilweşîna wî de ya ji nişka ve bi rol bû.”

Lavrov got, “Yek ji sedemên xirabbûna rewşê jî ew bû ku hikûmeta berê di hawîrdora şerekî navxweyî yê demdirêj de nekarî pêdiviyên bingehîn ên gel bi cih bîne.” 

Wezîrê rûsî herwdha eşkere kir ku cezayên Amerîka û welatên din ên rojava yên li dijî Sûriyê rê li ber başbûna rewşa xelkê digrin.

Balafirên şer ên rûsî heta roja ku Esed ji welatê xwe reviya, êrîşên opozîsyonê berdewam kirin.

Moskova dixwaze Şamê razî bike

Moskova ji bo paşeroja baregehên xwe yên leşkerî yên li Sûriyeyê bi rêveberiya nû ya Sûriyeyê re danûstandinan dike. Lavrov got ku rejîma nû ya Şamê têkiliyên bi Rûsyayê re weke girîngiyeke stratejîk dibîne, lê diyar kir ku çarenûsa baregehan dê bibe mijara nîqaşan. Yek ji şêwirmendên siyaseta derve ya Kremlînê Yuri Ushakovê jî diyar kir ku di asta dîplomatîk û leşkerî de bi rêveberiya Şamê re di nava têkiliyê de ne.