Besar Esed bi sandiyê taybet ê Serokê Rûsya bo Sûriyê re civiya

09 April 2021 12:02 0 dîtin
Besar Esed bi sandiyê taybet ê Serokê Rûsya bo Sûriyê re civiya

PeyamaKurd –  Di derbarê rewşa dawîn li Sûriyê, Serokê Sûriyê Beşar Esed bi şandiyê taybet ê Serokê Rûsya bo Sûriyê Aleksander Lavrentiyev re civiya.

Li gor Serokatiya Sûriyê belav kiriye, Beşar Esed û şandiyê taybet ê Serokê Rûsyayê yê bo Karûbarên Sûriyê Aleksander Lavrentiyev do Pêncşemê li Şamê bi hev re civiyane.

Serokatiya Sûriyê daye zanîn, her du aliyan pêwendiyên dualî û karê hevbeş û sivikkirina bandora cezayên ku li ser Sûriyê hatine sepandin, gotûbêj kirine.

Li gor heman daxuyaniyê, şanda Rûsyayê tekezî li ser serweriya Sûriyê û karê bidawîanîna şerê li Sûriyê kiriye, herwiha jinavbirina rêkxistinên terorîstî û vegera kontrola dewletê li ser hemû axa Sûriyê hat gotûbêjkirin.

Herwiha Esed û Lavrentiyev civînên amadekirina Komîteya Destûrê jî gotûbêj kirin û amaje bi guvaşên Amerîkayê û hin welatên rojavayî li ser komîteyê kirin û tekezî li ser wê yekê kirin, ku pêwîst e her pêşketinek di rêbaza çareseriya siyasî ya krîza Sûriyê de, silametiya serwerî û yekparçeyiya axa wî welatî li ber çav bigire.

Serokê Asayişa Niştimanî ya Sûriyê Elî Memlûk, Şêwirmenda Taybet a Serokomara Sûriyê Buseyne Şeiban, Cîgirê Wezîrê Karûbarên Derve Eymen Susan, Şêwirmendê Taybet ê Serokomariyê û Rêvebera Îdareya Ewropa di Wezareta Karûbarên Derve ya Sûriyê de Lune Elşibil û herwiha balyozê Rûsya yê li Şamê jî di hevdîtinê de amade bûn.