Serokê rejîma Sûriyê Besar Esed fermanek leskerî derxist

29 October 2021 12:10 0 dîtin
Serokê rejîma Sûriyê Besar Esed fermanek leskerî derxist

PeyamaKurd – Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed, fermanek îdarî di derbarê bidawîkirina ragirtin û gazîkirina efserên rezerv, efserên asayî û karmendên reserve di artêşa Sûriye de derxist.

Li gorî fermana Beşar Esed, hemû leşkerên di xizmeta leşkerî de hatine ragirtin, wê bêne berdan û êdî ti kes ji efser û serbazan û kesên yedek ji destpêka sala 2022an ve nayên xwestin.

Fermana Beşar Esed wiha ye:

1- Efser û kesên di xizmeta ihtiyat de ne ku xizmeta wan a rast 2 sal û bêtir derbas kirine ji bo ihtiyat nayên birin.

2- Bijîşkên di rêveberiya xizmetên tendirustî de pispor in ku xizmeta wan a ihtiyat ya rast 2 sal û bêtir in wê bêne berdan.

Herwiha ragirtin û daxwazkirina berefseran û kesên yedek ji destpêka 1ê çileya 2022an ve li gorî van mercan wê were bidawîkirin: Berefser û kesên hatine ragirtin û kesên bi xizmeta yedek ve hatine girêdan ên ku xizmeta wan a yedekbûnê ya rast heta 31-12-2021 kêmî 6 sal û nîv nebe.

Di zêdeyî 10 salên şerê navxweyî yê li Sûriyê de, Beşar Esed gelek fermanên îdarî û leşkerî jibo rêkxistina artêşa wî welatî derxistine. Li Sûriyê, Beşar Esed tevî ku Serokkomar e, Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarên wî welatî ye jî.