Serokê opozîsyona Sûriyê rûxandina rejîma Esed ragihand: Wê dezgehên hikûmetê di du rojan de vegerin ser kar
PeyamaKurd - Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Opozîsyona Sûriyeyê (Îtîlaf) Hadî El-Behra got ku ew rûxandina rêjîma Beşar Esed radigihîne.
El-Behra bi rêya televizyona Al-Arabiya ji gelê Sûriyeyê re got: “Ez rûxandina rêjîma Beşar Esed ji we re radigihînim.”
Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê diyar kir: “Rewş ewle ye û cihê tolhildanê nemaye.”
Behra got: “Serdemeke reş di dîroka Sûriyeyê de derbas bû.”
El-Behra bibîr xist, “Girtî ji girtîgehên Edra û Seydnaya yên li parêzgeha Şamê hatin berdan.”
Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê piştrast kir, “Artêşa Sûriyeyê dê ji nû ve were avakirin.”
Herwiha Behra destnîşan kir, “Dê dezgehên hikûmetê di nava du rojan de vegerin ser karên xwe” û got: “Veguhestina desthilatê dê bi hevkariya Neteweyên Yekbûyî pêk were.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin