Opozîsyona Sûriyê banga derxistina rejîma Esed ji Neteweyên Yekbûyî kir

25 March 2022 22:00 0 dîtin
Opozîsyona Sûriyê banga derxistina rejîma Esed ji Neteweyên Yekbûyî kir

PeyamaKurd – Opozîsyona Sûriyê ya bi navê Hêzên Koalîsyona Şoreşgerên Muxalîf ên Niştimanî nameyek ji Neteweyên Yekbûyî re şand û daxwaz kir, rejîma Sûriyê ya Beşar Esed ji NY û rêxistinên navdewletî were derxistin.

Di nameya ku ji aliyê serokê opozîsyonê Salim el-Muslat ve bo Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres re hatiye şandin de, bangewazî hat kirin ku rejîma Esed ji nav NY û rêxistinên din ên navdewletî were derxistin.

Herwiha hatiye diyarkirin ku rejîma Esed nûnertiya gelê Sûriyê nake û di şerê Rûsya yê ser Ukraynayê de jî piştevaniya Pûtîn dike.

Muslat di nameyê de herwiha got: "Beşar Esed ji bo li ser deshilatê bimîne fermanên Pûtîn bicih tîne û ji bo li kêleka artêşa Rûsyayê şer bikin, leşkerên kirêkirî kom dike.”