Sûriye | Banga hilwesandina rejîma Esed û derxistina milîsên Îranê kirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li gelek bajarokên parêzgeha Dera ya di bin kontrola rejîma Sûriyê de, li dijî rejîma Esed û milîsên çekdar ên Îranê xwepêşandanên protestoyî hatin lidarxistin.
Li gorî ragihandina avkaniyên herêmê, li bajarokên Casim, Mizêrîb, Xebaxib, Senemên, Dadil û Til Şihab ên Derayê bi sedan kes li dijî hikûmeta Şamê daketin kolanan.
Xwepêşanderan banga hilweşandina rejîma Esed, serbestberdana girtiyên di zîndanên hikumeta Şamê de û qewitandina milîsên Îranî ji herêmê kirin.
Hêjayî gotinê ye, Şam li hember protestoyan bêdeng dimîne û çavkanî dibêjin, eger hikumeta Şamê vê bêdengiya xwe bidomîne û çareseriya rastîn paşguh bike dê rewş hê xerabtir bibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin