Cotkarên Kurd û Tirkmen banga hilwesandina biryarên rejîma Beas kir

06 September 2024 22:04 0 dîtin
Cotkarên Kurd û Tirkmen banga hilwesandina biryarên rejîma Beas kir

PeyamaKurd - Cotkarên Kurd û Tirkmen ên li Kerkûkê banga hilweşandina biryarên heyama rejîma Beas kirin û xwestin xwedîtiya zeviyan li xwediyên resen vegere.

Nûnerê Cotkarên Kerkûk di civîneke rojnamevanî de ragihand, “Hin deng li Civata Nûneran hene ku dixwazin ew biryar berdewam bikin ku ew hîn ji dagirkeriyê şiyar nebûne.”

Nûnerê Cotkaran got: “Ger li Civata Nûneran ew projeqanûn neyên derbaskirin ku xizmeta zirardîtiyan dikin, wê demê em neçar dibin dest bi mangirtina berdewam li navenda bajarê Kerkûkê bikin.”

Herwiha Nûnerê Cotkaran diyar kir, “Cotkarên Kurd û Tirkmen xwediyên resen ên zeviyên çandinê yên Kerkûkê ne û di serdema rejîma berê de bi hezaran şehîd dane.”

Nûnerê Cotaran destnîşan kir, “Pêdivîye biryarên Civata Serkirdetiya Şoreşê û Lijneya Karûbarên Bakurî yên rejîma Beas bên hilweşandin, ji bo ku xwedîtiya zeviyan ji bo xwediyên wan ên resen vegere.“