Sûriye | Di salvegera 11emîn de xelkê Derayê hilwesandina rejîma Esed xwest

18 March 2022 19:53 0 dîtin
Sûriye | Di salvegera 11emîn de xelkê Derayê hilwesandina rejîma Esed xwest

PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku xelkê bajarê Derayê di salvegera 11emîn a destpêkirina şer û aloziya Sûriyê de careke din derketiye kolanan û daxwaza berdana girtiyên siyasî û hilweşandina rejîma Esed kiriye.

Herwiha li gorî SOHRê li bajarê Tefes ê rojavayê Derayê meşek hatiye lidarxistin û di heman demê de li ser dîwanên bajarê Dail "Azadî ji girtiyên di zindanên rejîmê de" hatiye nivîsandin.

Hat diyarkirin ku ev xwepêşandan di salvegera 11emîn a kuştina her du ciwanên sûrî yên destpêkê yên ji Derayê Mehmûd El-Cewabîra û Hûsam Eyaş hatine lidarxistin ku şerê li Sûriyê piştî wê dest pê kiribû.