Sûriye | Xelkê Siweydayê: Federalîzm mafekî rewa ye

18 December 2024 18:00 0 dîtin
Sûriye | Xelkê Siweydayê: Federalîzm mafekî rewa ye

PeyamaKurd - Xelkê parêzgeha Siweyda û Çiyayê Ereban (Çiyayê Duriziyan) ku ji destpêka 2011an ve hilweşîna rejîma Esed dixwestin, îro 18ê Kanûnê, bi daxuyaniyekê nerazîbûna xwe ya bo rêveberiya veguhêz a Sûriyê bi pêşengtiya HTŞê anîn ziman û daxwaziyên xwe rêz kirin.

Di daxuyaniyê de, nerazîbûn ji şanda xelkê Siweydayê ya ku çûye hevdîtin bi Ehmed Şera re kiriye hate nîşandan û hate gotin, wê şandê 500 hezar Dolarên Amerîkî di vê serdanê de wergirtine. 

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, “Armanca vê pêngavê jî ew e ku helwesta siyasî ya gelê me li Siweydayê bikire û hewl bide piştgiriya wan ji Eniya El-Nusra re bidest bixe.”

Federalîzm mafekî rewa ye

Herwiha hate destnîşankirin: “Em van tevgeran wek metirsiyeke rasterast li ser destkeftiyên xwe yên niştimanî û hewldanek ji bo binpêkirina mafên gelê Siweyda û Çiyayê Ereban dibînin, bi taybet ku Heyet Tehrîr El-Şam metirsiya xwe li hember projeya federalîzmê nîşan dide. Federalîzma ku gelê Siweydayê daxwaza wê dike, mafekî xwezayî ji xwe re dibîne, ji bo garantîkirina mafên xwe û mafên hemû pêkhateyên Sûriyê.

Di daxuyaniyê de hat gotin, ev gava HTŞê ji bo têkdana van xalên li jêr in:

“1- Binpêkirina destkeftiyên gelê Siweyda û Çiyayê Ereban e:

Projeya federalî ya ku em dixwazin, beşeke ji têkoşîna me ye ji bo garantîkirina mafên hemû Sûriyan e û ne amûrek e ji bo xizmetkirina ajandayên derve yan jî dubare ferzkirina desthilatdariya navendî ya zordar e.

2- Qelskirina helwesta me ya niştimanî:

Danûstandin bi kesayetiyên mîna Colanî yên ku bi teror û tundrewiyê ve girêdayî ne, metirsiyê li ser helwesta me ya niştimanî û têkoşîna me ya rewa çêdike.

3- Kişandina Siweydayê bi nav nakokiyên gumanbar:

Armanca van pêngavan ew e ku Siweydayê bixe nav hesabên herêmî û navdewletî yên ku xizmeta berjewendiyên me nake, dê herêma me li ser hesabê maf û daxwazên me yên niştimanî, veguherîna qada aloziyan.

Banga me wek xelkê Siweydayê

1- Redkirina her hevkariyek bi Colanî û hêzên tundrew re:

Em xelkê Siweydayê bi tundî hişyariyê didin li hember qebûlkirina her piştgirî û hevkariyekê ligel Heyet Tehrîr El-Şam û her aliyekî ku ajendeyên wan ên gumanbar hene, ji ber ku ev yek tenê dê binpêkirina maf û destkeftên me bike.

2- Pabendbûn bi daxwazên dariştina destûreke nû:

Em teqez dikin ku tekane çareserî ji bo paşeroja Sûriyeyê û garantiya mafê gelê Siweydayê û hemû Sûriyan, amadekirina destûreke nû ye ji bo garantîkirina dadperwerî û wekheviyê di navbera hemû pêkhate û mezheban de.

3- Xurtkirina yekitiya navxweyî ya xelkê Siweydayê:

Em bang li gelê xwe yê Siweydayê dikin ku bi hev re li dijî van tevgerên bi guman rawestin û ji bo parastina yekitiya navxweyî û destkeftiyên niştimanî, yekrêz bin.

Em wek kur û neviyên Sultan Paşa El-Etraş li Siweyda û Çiyayê Ereban bi awayekî tund, her hewildanên ji girêdana me bi peymanan bi Colanî yan jî hêzên din ên tundrew re red dikin. Em van gavan wek îxanet li daxwazên xwe yên niştimanî dibînin. Em qebûl nakin ku herêma me bibe qadeke hejmûna komên terorist, an jî bibe platformek ta ku ji nû ve desthilatdariya navendî ya zordar li ser Sûriyeyê bê ferzkirin.

Mafên me yên rewa tenê bi projeyek niştimanî ya berfireh ku mafên hemûyan di bin sîwana destûreke dadperwer de garantî dike, dê bên parastin. Çiyayê Ereban dê bimîne keleha rûmet û azadiyê û mîrat û dîroka wê bi sozên derewîn û pereyên gumanbar nayê firotin.”