Sûriye | Xelkê Siwêdayê hêzên Rûsî qewirand

07 December 2022 21:34 0 dîtin
Sûriye | Xelkê Siwêdayê hêzên Rûsî qewirand

PeyamaKurd  - Xelkê Siwêdayê ku ev demeke bênavber protestoyên dijî rejîma Esed berdewam dike, hêzên Rûsî yên hatibûn herêmê qewirand.

Hat ragihandin ku xelkê Durzî yê bajarê Siwêdayê ku ev demek e xwepêşandanên dijî hikûmeta Şamê berdewam dikin, hêzên Rûsî yên bo lêpirsîna bûyerên di xwepêşandanan de hatibûn herêmê ji nav bajêr qewirandin.

Li gorî çavkaniyên herêmî, du wesayîtên hêzên rûsî ligel karmendên îstixbarata Sûriyê ji aliyê rojavayê bajêr derbasî gundê Sale yê Siwêdayê bûne daku bûyerên kuştin û birîndarkirina xwepêşanderan lêpirsînê pêk bînin.

Lê belê xelkê herêmê hêzên rûsî li herêma xwe nexwestine û ew hêzên hatibûn jî neçar mane vegerin.