Sûriye | Li nêzî devera Golanê wesayîta hêzên rûsî hat teqandin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li gundê El Mileqa yê başûrê parêzgeha Siwêdayê ya Sûriyê ku nêzîkî herêma Golan a di bin kontrola Îsraîlê de ye, wesayîteke leşkerî ya hêzên Rûsyayê hat teqandin.
Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihandiye ku li gundê El Mileqa yê Golanê ku dikeve başûrê parêzgeha Quneytrayê, wesayîteke leşkerî ya hêzên rûsî bombe pê de hat teqandin.
Li gorî SOHRê di encama teqînê de, hêzên rûsî yên di nav wesayîtê de birîndar bûne.
Derbarê aliyên ku êrîş pêk anîne de, ti hurgilî nehatin dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin