Hêzên Rûsî du xalên nû yên çavdêriyê li nêzîkî Golanê ava kirin
PeyamaKurd – Çavdêrîya Sûrî ya ji bo Mafên Mirovan (SOHR) doh Pêncşemê ragihand ku hêzên Rûsî du xalên nû yên çavdêrîyê li ser sînorê Golanê ku hêzên Îsraîlî lê ne, ava kirin.
Rewangehê ragihand ku hêzên Rûsî li navçeyeke leşkerî ya hêzên rêjîma Sûriyê li Tel Meşara û Tel-Keram li rojavayê bajarokê Ceba li gundewarê navendî yê parêzgeha Quneytera Sûriyê bicih bûne.
Rewangehê diyar kir ku avakirina du xalên nû "di çarçoveya kêmkirina aloziyên li herêmê di navbera Hizbullaha Lubnanî û komên girêdayî Îranê û Îsraîlê de" pêk hat.
Hejmara xalên çavdêriyê yên li nêzî Golana Rûsyayê derket 14an.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin