Sûriye | Rûsyayê li Girên Golanê xaleke nû ya leskerî danî

10 November 2024 16:03 0 dîtin
Sûriye | Rûsyayê li Girên Golanê xaleke nû ya leskerî danî

PeyamaKurd - Hêzên Rûsya yên li Sûriyê ragihand ku wan li girê Golanê yê di bin kontrola Îsraîlê de ku dikeve başûrê Sûriyeyê xaleke din a çavdêriyê ava kir.

Hate diyarkirin ku xala nû ya çavdêriyê li devera "Til Ehmer" an ku li beramberî herêma "bê çek" ya di navbera hêzên Sûriyê û artêşa Îsraîlê de  hatiye avakirin.

Cîgirê Fermandarê Hêzên Rûsya yên li Sûriyê General Alexander Rodionov ji ajanseke rûsî re ragihandiye, “Îro me xaleke girêdayî hêzên rûsî li dirêjahiya herêma Quneytera ya li başûrê Sûriyê ava kir. Ev xal di çarçoveya rêkeftinên bi armanca ku herêma "bê çek" neyê binpêkirin de hatiye avakirin. "

Rodionov herwiha gotiye, Tabûra Tankan a girêdayî polîsên leşkerî yên Rûsyayê ji bo vê xalê hatiye erkdarkirin.

Rodionov diyar kir ku ev xala leşkerî ya 8emîn e ku artêşa Rûsyaya li herêma "Bê çek" ava kiriye. Lê çavkaniyên xwecih diyar kirin ku 18 nuqteyên hêzên Rûsyayê li herêma beramberî girê Golanê, Dera û gundewarê Şamê hene.

Hêjayî gotinê ye, Herêma Bêçek ku li ser xeta "Bravo ye" sala 1974an piştî bidawîbûna Şerê Tişrînê (1973) bi biryara Neteweyên Yekbûyî hatiye avakirin.