Peskov: Rûsyayê, wezîfeya xwe ya li Sûriyeyê temam kir

11 December 2024 15:02 0 dîtin
Peskov: Rûsyayê, wezîfeya xwe ya li Sûriyeyê temam kir

PeyamaKurd – Berdevkê Kremlînê Dîmîtrî Peskov got, “Rûsyayê alîkariya Sûriyeyê kir di rûbirûbûna terorîstan de û aramkirina rewşê piştî sala 2015an, lê kiryarên piştre girêdayî hikûmeta Esed bûn.”

Wî got, “Berî demekê Rûsyayê alîkariya Komara Erebî ya Sûriyê kir di şerê li dijî terorîstan û peydakirina aramiyê dema ku rewş metirsîdar li ser tevahiya herêmê bû. Me hewleke girîng da bo wê armancê. Rûsyayê erkê xwe di wê xalê de temam kir.”

Peskov anî zimên, “Piştre, ew hikûmeta Esed bû ku li welatê xwe berpirsîyariya xwe girtibû ser milê xwe û hewil da ku pêşketinê misoger bike, lê mixabin rewş ku gihîştibû wê astê, niha, divê em li gorî rastiyên li ser erdê tevbigerin.”

Li ser pirsekê bê ka guherîneke potansiyel a hikûmetê ya li Sûriyeyê dê bandoreke çawa li ser bandora jeopolîtîk a Moskowê ya li Rojhilata Navîn bike, berdevkê kremlînê tekez kir ku “Rûsya diyalogê bi hemû welatên herêmê re didomîne.”