Laziqiya ku baregehên Rûsyayê lê bûn, bi temamî di bin kontrola mixalifan de ye
PeyamaKurd – Ajansa nûçeyan a rûsî TASSê ragihand ku komên cîhadî yên ku rêveberiya Beşar Esed li Sûriyeyê hilweşandin, parêzgeha Laziqiyê ya ku baregeha Rûsyayê lê dihewîne jî bi temamî kontrol kirin.
Komên mixalif ên bi pêşengiya Heyet Tahrîr El Şam (HTŞ) ku di êrîşa ku ji Idlibê destpê kirin rêveberiya Beşar Esad hilweşand, parêzgeha Laziqiyê ya li peravên Derya Spî ya Sûriyeyê û li ser sînorê Antaqyayê ye bi temamî xist bin kontrola xwe. Kontrolkirina HTŞ li Laziqiyê, ku berê wek keleha rêveberiya Esed dihat hesibandin û du baregehên girîng ên Rûsyayê lê dihewîne, ji aliyê ajansa nûçeyan a Rûsyayê TASSê ve hat ragihandin.
TASSê di nûçeya xwe ya li ser çavkaniyekê de peyva “mixalefeta çekdar” bi kar anî jî bal kişand. Di nûçeyê de hat gotin, “Li gorî agahiyên ku ji TASSê ji aliyê çavkaniyekî herêmî ve hatiye dayîn, opozîsyona çekdar a Sûriyeyê li parêzgeha Laziqiyê ya ku baregehên leşkerî yên Rûsyayê lê ne, bi temamî kontrol kiriye.” Çavkaniyê da zanîn ku piştî ragihandina rûxandina rêjîma Esed, komên çekdar derbasî bajarên Cebela û Tertûsê bûne.
Çavkaniyê diyar kir ku baregeha hêzên deryayî ya Rûsyayê ya li Tertûs û baregeha hewayî ya Hmeymîmê ne ketine bin kontrola xwe û got, “Duh opozîsyonê parêzgeha Laziqiyê bi temamî kontrol kir û bajarên Tertûs û Cebela jî di nav de ye. Hêzên çekdar ên dijbereyê jî tunebûn û nemane. Her plana ketina baregehên leşkerî yên Rûsyayê normal e.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin