Bajarekî Ukraynayê pistî serê dijwar ê mehekê bi temamî ket bin kontrola Rûsyayê
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku bajarê Severodonetsk ê Ukraynayê, piştî şerekî dijwar ê mehekê bi temamî ketiye bin kontrola hêzên Rûsyayê.
Berpirsên Rûsî û Ukraynî, rewşa dawî ya bajar piştrast kirin ku doh roja Şemîyê bajarê Severodonetsk ê li rojhilatê Ukraynayê bi temamî ketiye bin kontrola Rûsyayê.
Aliyê Ukraynayê vekişîna ya i bajêr wekî paşvekişîneke taktîkî bi nav kir û diyar kir, ew ji bo ji qadên bilind ên Lyschanskê li berava li hember çemê Seversky Donets şer bikin vekişiyane.
Şaredarê Kîevê Vitali Klitschko jî ragihand, îro Yekşemê çend teqîn li taxa Şevçenkîvskî ya paytexta Ukraynayê Kîevê çêbûne û ambulans û tîmên hawarhatinê berê xwe dane cihê teqînan.
Hat zanîn devera teqîn lê rû dane, navçeyeke dîrokî ye û hejmarek zanîngeh, xwaringeh û galeriyên hunerî lê hene.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin