Pûtîn û Cinping pêshatên dawî yên pistî serê Ukraynayê gotûbêj kirin

15 June 2022 21:39 0 dîtin
Pûtîn û Cinping pêshatên dawî yên pistî serê Ukraynayê gotûbêj kirin

PeyamaKurd – Di çaremîn meha şerê Rûsya yê Ukraynayê de, Pekîn û Moskow danûstandinên xwe yên li ser dorpêçên welatên rojava û pêşhatên derbarê Ukraynayê de didomînin.

Kremlînê ragihand ku Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokê Çînê Şi Cinping bi pêwendiyeke telefonî pêşhatên dawî yên li Ukraynayê  gotûbêj kirin.

Li gorî daxuyaniya Kremlînê, Pûtîn û Cinping ji bilî nirxandinên li ser pêwendiyên duqolî, li ser mijarên rawestîne li hember dorpêçên ji ber şerê Ukraynayê li ser Rûsyayê hatine sepandin axivîne.

Herwiha hat diyarkirin ku herdu aliyan di warên enerjî, fînans, sanayî û gihandinê de, li ser kirine ku qadên hevkariyê berfirehtir bikin.

Kremlînê da xuyakirin ku herdu aliyan girîngiya pozîsyona xwe ya kombûna li dor Hevkariya Şangay û Platforma BRICS anîne ziman.