Sûdanî û Pezeskiyan pêshatên dawî yên li Sûriyê gotûbêj kirin
PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî û Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan geşedanên dawî yên li Sûriyeyê nirxandin.
Sûdanî û Pezeşkiyan roja Yekşemê 01.12.2024ê pêwendiyeke telefonî encam dan û li ser mijarên Sûriyê û navçeyê gotûbêj kirin.
Di hevdîtinê de bûyerên dawî û pêşhatên herêmî li Sûriyê û tawanên Îsraîlê li dijî sivîlan li Şerîda Xezzeyê hatin gotûbêjkirin.
Herdu rêberan tekezî li ser berdewamî û hemahengiya bizavên hemû welatên navçeyê kirin ji bo rawestandina şerê li Xezzeyê û nehiştina rewşa Sûriyê bi awayekî ku ewlehî û aramiya navçê têk bibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin