Daxuyaniya Rûsyayê li ser gesedanên dawî yên li Sûriyê!

08 December 2024 18:56 0 dîtin
Daxuyaniya Rûsyayê li ser gesedanên dawî yên li Sûriyê!

PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Rûsyayê diyar kir ku Serokê Sûriyê Beşar Esed biryara îstîfakirinê daye û welatê xwe terikandiye.

Ji aliyè Wezaretê ve derbarê geşedanên dawî yên li Sûriyeyê de daxuyaniyeke nivîskî hat dayîn.

Di daxuyaniyê de hat îdiakirin ku rewşa li Sûriyeyê dramatîk û bi fikar e.

Hat îdiakirin ku "di navbera Esed û hêzên ku beşdarî şerê çekdarî bûne de muzakere hatin kirin."

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di encama danûstandinan de Esad fermana veguheztina desthilatdariyê bi rêya aştiyê da, biryar da ku dest ji erkê xwe berde û welatê xwe terk bike. Rûsya beşdarî van danûstandinan nebû."

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Rûsya bi hemû hêzên muxalîf ên Sûriyeyê re di nava têkiliyê de ye û di berdewamiyê de hat eşkerekirin, "Lê belê em bang li hemû aliyên pêwendîdar dikin ku dest ji tundûtûjiyê berdin û hemû pirsgirêkan bi rêyên siyasî çareser bikin. Di vê çarçoveyê de Rûsya bi hemû hêzên opozîsyona Sûriyê re di nava têkiliyê de ye. Em bang dikin ku rêz li nêrîna hemû hêzên etnîkî û olî yên li Sûriyê were girtin. Sûriye û Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) piştgiriyê didin xebatên ji bo avakirina pêvajoyeke siyasî ya berfireh di çarçoveya biryara jimare 2254 a ku bi yekdengî ji aliyê ) ve hat qebûlkirin."