Daxuyaniya Kremlînê: Gelo Artêsa Rûsyayê dê ji Sûriyê vekise?
PeyamaKurd – Piştî 13 salên şerê navxweyî yê li Sûriyê, dijberên Beşar Esed di 8ê berfanbara 2024an de hikûmet hilweşandin. Piştî vê yekê, yek ji mijarên herî balkêş çarenivîsa baregehên leşkerî yên Rûsyayê li Sûriyê bû. Berdevkê Kremlînê Dîmîtrî Peskov derbarê mijarê de daxuyanî da ku her tim di rojevê de ye.
Peskov der barê baregehên leşkerî yên Rûsyayê yên li Sûriyeyê de ji rojnamevanan re axivî û wiha got: “Niha derbarê vê mijarê de biryareke dawî nîne. Em bi nûnerên wan hêzan re ku rewşa Sûriyeyê kontrol dikin di têkiliyê de ne. Ev hemû dê di pêvajoya diyalogê de bên diyarkirin.”
Peskov bi bîr xist ku Serokwezîrê Macarîstanê Vîktor Orban hefteya borî di pêwendiya telefonî ya xwe ya bi Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re agirbesteke bi Ûkraynayê re ji bo dema Noelê pêşniyaz kiribû ku pevguhertina girtiyan jî li xwe digirt, lê Serokê Ûkraynayê Volodîmîr Zelenskî ev pêşniyaz red kiriye.
Peskov derbarê piştgiriya tîma Donald Trump de ya ku wek Serokomarê 47emîn yê DYAyê hat hilbijartin jî weha got, “Tîma Trump niha Qesra Spî bi rê ve nabe. Rewş wiha ye. Tîma Joe Biden wê heta 20ê rêbendanê li Qesra Spî be.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin