Wezîrê Bergiriya Sûriyê: Eger fêda baregehên Rûsyayê ji Sûriyê re hebin, dikarin bimînin
PeyamaKurd – Wezîrê bergiriya Sûriyê Murhaf Ebu Kasra, ragihand ku eger fêda mayîna baregehên leşkerî yên Rûsyayê ji bo Sûriyê hebin dikarin bimînin. Kasra got ku têkiliyên bi Rûsya re baş bûne û difikirin peymanên bergiriyê bi hinek dewletan re çêbikin.
Murhaf Ebu Kasra, di hevpeyvîna bi rojanama Washington Postê re behsa têkiliyên bi Rûsya re kir. Kasra got ku piştî roxandina rejîmê, têkiliyên Sûriyê bi Rûsya re baş bûne û Şam li ser daxwazên Rûsyayê difikire.
Kasra, li ser ku Rûsya hevkarê rejîma Beşar Esad bû, li ser mijarê got ku “di dijminahiyê de heya bi heya an ku dijminahiya mayînde tine.”
Li ser pirsa baregehên Rûsyayê yên li Tartûsê û ya Lazkiyê ya bi navêv Hmeymimê, wê Sûriye îzin bide ku Rûsya baregehên xwe biparêzin an na de got:
“Eger tê de fayda Sûriyê hebe, belê.”
Kasra, wekî din got ku Sûriye difikire bi gelek welatan re peymanên bergiriyê bike û bi DYA û Tirkiyê re li ser baregehên wan yên leşkerî li Sûriyê muzakereyan dewam dikin. Li ser baregehên li Kurdistana Rojava jî Kasra got ku bi DYA re di pêvajoya muzakereyê de ne.
Kasra, li ser rêvebiriya xweser û behsa hebûna YPGê ya li Rojava got:
“Ahmed Şara dixwaze herêm bikeve bin destê Şamê û zîndadan kontrol bike. Çareseriya leşkerî wê bibe sedema rêtina xwînê. Li gor ravekirina me, wê çareserî aştiyane be. Em ne terefdarê çareseriya leşkerî ne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin