Serokwezîrê Sûriyê El Besîr banga vegerê li penaberan kir û 3 armancên hikûmetê eskere kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê demkî yê Sûriyê Muhammed El-Beşîr, ji medya Îtalyayê re axivî û bang li penaberên Sûriyê yên li derveyî welat kir, “Êdî Sûriye welatekî azad û serbilind û rûmeta xwe bi dest xistiye ye. Vegerin”.
El-Beşir bang li Sûriyeyan kir û got: "Sûriye îro welatekî azad e ku şanazî û rûmetê xwe bi dest xistiye. Vegerin! Divê em welat ji nû ve ava bibin, careke din bên dinê.”
El Beşîr got ku ew ji hêla aborî ve di rewşeke xirab de ne û qesaya dewletê jî vala ye û got, “Em tenê heta Adara 2025'an li ser kar dimînin. Qerz gelek mezin e, astengî dijwar in, lê bi tecrûbeya me ya serkeftî li Îdlibê, em dikarin Sûriyê pêş bixin. Ev ê demekê bigire, lê em ê bigihîjin armanca xwe."
Beşîr 3 armancên hikûmeta demkî wiha eşkere kirin:
1. Ji nû ve danîna ewlehî û cihgiriyê di hemû bajarên Sûriyê de. Gel ji bêdadî û zulmê westiyaye. Divê desthilatiya dewletê were sererast kirin da ku gel karibin vegerin kar û jiyana xwe ya normal.
2. Vegerandina milyonan Sûriyeyan ên li derveyî welêt.
3. Plana stratejîk. Serokwezîrê Sûriyê destnîşan kir, "Gava em ketin Helebê, Hemayê û Şamê, gel di tariyeke du qat de dijiya - tariya rejîmê û tariya qutahiyên elektrîkê. Ev qet qebûl nabe."
Li ser siyaseta derve jî El Beşîr got ku ew dê bi hemû dewlet, partî û mezheban re di danûstandinê de bin û soz da ku "Mafên hemû gelan û hemû mezhebên di Sûriyê de bên parastin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin