El Besîr bi fermî bû Serokwezîrê Sûriyê: Wê heta 1ê Adara 2025an li ser kar be
PeyamaKurd – Piştî civîna doh 9ê Kanûnê ya navbera Serokê HTŞê Ebu Muhammed el-Cevlanî, Serokwezîrê serdema Esed Muhammed Gazî el-Celalî û Muhammed el-Beşîr, îro 10ê Kanûnê hate ragihandin ku rêveberiya Şamê bo Rêveberiya Rizgariya Sûriyê ya Idlibê hatiye dewrkirin.
Bi vî awayî jî El Beşîr bû serokwezîrê hikûmeta qonaxa veguhêz a Sûriyê.
Muhammed Gazî el-Celalî, piştî revîna Esed û ketina Şamê ragihandibû ku ew amade ye erkên xwe radestî opozîsyona Sûriyê bike.
Muhammed el-Beşîr, ji ser televizyona dewletê ragihand ku ew ji bo heta 1ê Adara 2025an weke serokwezîrê demkî hatiye peywirdarkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin