Ji Lavrov bo rejîma Sûriyê û Kurdên wir banga diyalogê
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di civînekê de li Îtalyayê bo rejîma Sûriyê û Kurdên wir banga dîyalogê kir. Lavrov da zanîn ku kêşeya Kurdan bo hemî dewletên li herêmê ‘bombe’ ye.
Lavrov diyar kir ku ew piştgiriya Peyvajoya Astanayê dikin ku ji aliyê Rûsya, Îran û Tirkîyê ve bo kêmkirina ragêşiyan li Sûriyê destpê kiribû.
Wezîrê Rûsî di berdewamiya axaftina xwe de got ku eger Amerîka moşekên nû bi cîh bikin dê Rûsya wan bê bersiv nehêle.
Ji aliyê din ve, Wezareta Derve ya Rûsyayê ragihand ku Lavrov dê hefteya pêş serdana Washingtonê bike û bi Serokê Amerîka Donald Trump hevdîtinekê pêk bîne.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku herî dawî Lavrov di Gulana 2017an de serdana Washingtonê kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin