Lavrov: Amerîka bi berpirsyarî li pirsa Kurdên li Sûriyê nanêre

18 July 2019 12:52 0 dîtin
Lavrov: Amerîka bi berpirsyarî li pirsa Kurdên li Sûriyê nanêre

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku, Amerîka bi berpirsyarî li mijara Kurdên li Sûriyê nanêre.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di civîneke rojnamevaniyê de li Moskoyê ragihand, ji encama hewla Amerîka ya avakirina herêmekê (nîv dewletekê) li rojhilatê Firatê, nakokî di navbera Kurdan û Ereban de derketiye.

Herwiha Lavrov got jî: Dosyeya Kurdan li Sûriyê girîng e û divê ew bi berpirsyarî li wê dosyê binêre, lê vê yekê li cem Amerîka nabîne.

Li ser pirsa Idlibê jî Wezîrê Derve yê Rûsyayê Lavrov ragihand, Amerîka û hevpeymanên wê hewl didin rêkeftina Rûsî-Tirkî li Soçî ya derbarê Idlibê de têk bibin.

Lavrov Amerîka tometbar kir jî, ku Amerîka dixwaze Bereya Nusrayê li Idlibê biparêze, ji bo wê bike aliyek di çareseriya siyasî de.