Lavrov: Ji bilî jiyana bi Samê re ti çareya Kurdên Sûriyê nîne!
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, di civîneke rojnamevanî ya li Neteweyên Yekbûyî de, li ser pirsên rojnamevanan got, “Divê Kurdên Sûriyeyê di dewleta Sûriyeyê de bijîn û bi Şamê re bigihin rêkeftinekê.”
Lavrov îdia kir ku Amerîka hewlên asayîkirina pêwendiyên di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de asteng dik û got: “Nêrîn her du aliyan hene ku divê rê bidin ku pêwendî asayî bibin. Bêguman pirsa kurdî, rûbirûbûna terorê û dabînkirina ewlehiya sînor dê di nav mijarên sereke yên danûstandinan de bin.”
Wezîrê Derve yê Rûsyayê diyar kir: “Amerîka bi awayekî nerewa li Sûriyeyê ye, nîv-dewletek li rojhilatê çemê Firatê ava kiriye û petrola Sûriyeyê û dahatên ji dexl û danê wê ji bo piştgirîkirina hevalbendên xwe bikar tîne.”
‘Ji bilî lihevkirina bi Şamê re ti çareya Kurdan nîne’
Lavrov li ser helwesta partiyên kurdî yên Sûriyeyê jî got: “Divê partiyên Kurdan bizanibin ku ti çare li pêş wan nîne ji bilî jiyana di çarçoveya dewleta Sûriyê de û divê bi Şamê re lihev bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin