Îlham Ehmed: Lavrov têkiliyên me û Samê bas dizane

02 September 2024 17:33 0 dîtin
Îlham Ehmed: Lavrov têkiliyên me û Samê bas dizane

PeyamaKurd - Hevseroka Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê Îlham Ehmed, di hevpeyvîneke ligel medya erebî de li ser proseya asayîbûna Şam-Enqerê, pêwendiyên wan ên bi Amerîkayê re û gotinên Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov daxuyanî dan.

 Ehmed di hevpeyvîna ligel Kanala El-Hedes ya Siûdî de ragihand, tawanbarkirina kurdan bi girêdayîbûna bi Amerîkayê re nayê pejirandin û got ku têkiliya wan a bi Amerîkayê re tenê di çarçoveya şerê terorê de ye.

Li ser gotinên Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ên wekî, Amerîkî li Sûriyê hewla avakirina dewletekê didin ne ku şerê dijî terorê dikin û bi diziya av, genim û petrolê tawanbar kiribû got, “Lavrov baş projeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê nas dike, herwiha hûgiliyên diyalogên me yên bi Şamê re jî baş dizane.”

Hevseroka Rêvberiya Têkiliyên Derve da zanîn, Şam bi diyaloga bi Tirkiyê re ye,  lê qebûl nake bi wan re diyaloqê bike û destnîşan kir, Rûsya baş ji nîyetên wan fem dike.

Ilham Ehmed herwiha got, gefa Tirkiyê li dijî herêma wan dewam dike û çareseriya siyasî dê hemû hêzên biyanî ji Sûriyê derxîne.