Îlham Ehmed: Ti encam ji hewldanên Rûsya yên ji bo dîyaloga Samê derneket

19 December 2021 14:40 0 dîtin
Îlham Ehmed: Ti encam ji hewldanên Rûsya yên ji bo dîyaloga Samê derneket

PeyamaKurd - Seroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed ragihand, hemû hewlên Rûsyayê yên ji bo pêkanîna danûstandina di navbera MSD û Hikûmeta Sûriyê de, bê encam bûne û bi ser neketine.

Seroka Desteya Rêveber a MSDê Îlham Ehmed di civîna salane ya MSDê ya ji bo nirxandina encamên Kongreya Herêma Cizîr û Firatê de got, ti hewlên ji bo pêkanîna danûstandinan bi Hikûmeta Sûriyê bi ser neketine.

Îlham Ehmed rola Rûsyayê û hewldanên wê yên pêşxistina diyaloga ligel rejîma Sûriyê bibîr xist û got: “Ev hewldan heta niha bê encam bûn, sedema vê yekê hikumeta Sûriyê ye ku diyalogan red dike û dixwaze temenê aloziyê dirêj bike.”

Seroka Desteya Rêveber a MSDê destnîşan kir, diyalog nayê wateya radestkirina herêman û da zanîn: "Ev diyalog li ser asta siyasî ya giştî ye, em li proseya siyasî ya rasteqîn digerin."

Hêjayî bibîrxistinê ye, mehek berê Îlham Ehmed serdana Moskowê kiribû û ligel Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê ji bo Rojhilata Navîn û Afrîkayê civiyabû.