Îlham Ehmed: Sam bi navbeynkariya Rûsya razî bûye danûstandinê bi me re bike

09 February 2020 13:09 0 dîtin
Îlham Ehmed: Sam bi navbeynkariya Rûsya razî bûye danûstandinê bi me re bike

PeyamaKurd - Seroka Desteya Rêveberiya Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) ku wekî baskê siyasî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) tê naskirin, Îlham Ehmed ragihand ku Hikûmeta Sûriyê razî bûye bi misogeriya Rûsyayê danûstandinan bi Rêveberiya Xweser re bike.

Îlham Ehmed di hevpeyvîna xwe ligel rojnameya Şerqul Ewsed re de got ku piştî danûstandinên li navenda Himeymîmê bi nûnerê Rûsî re, civîna wan a hefteya borî jî berdewamiya wan hevdîtinan bû û piştre jî wan serdana Şamê kiriye û bi amadebûne şanderê Rûsî ew bi Serokê Nivîsgeha Ewlehiya Niştimanî yê Sûriyê Elî Memlûk re civiyane.  

Îlham Ehmed eşkere kir, Hikûmeta Sûriyê razî bûye bi garantiya Rûsyayê danûstandinan bi wan re bike û komîteyeke bilind ji bo guftûgokirina yasaya Rêveberiya Xwecihî û sîstema Rêveberiya Xweser pêk bîne.

Ehmedê diyar kir, Rûsya ji bo navbeynkariyê bike û dest bi proseya siyasî û danûstandinan bibe cidî ye û soz daye fişarê li rêjîma Sûriyê bike, heta ku li çareseriyeke giştgîr razî bibe.

Îlham Ehmed herwiha got, ew li bendê ne ev sozên hatine dayîn li ser erdê pêk werin û dest bi danûstandinên fireh û giştgîr bêne kirin û her aliyek bi berpirsiyartî, lê ne bi zimanê gef û bijardeyên serbazî kar bi wan re bike.

Di beşeke din a hevpeyvînê de Îlham Ehmed daye xuyakirin, ew nabin beşek ji danûstandinên Astana û Soçîyê, lê ew ligel proseya aştiyê ya Cenevreyê ya li gorî biryara Neteweyên Yekbûyê (NY) ya bi jimara 2254 in û ew dê bibin beşek ji Komîteya Destûrê jî.