Li Samê jiyan: Li aliyekî jiyana luks, li aliyê din hejarî û tarîtî
PeyamaKurd – Medya erebî daye xuyakirin ku li paytexta Sûriye Şamê, du jiyanên ji hev gelekî cuda hene û hin tax di nav hejariyê de dijîn, li hin deverên Şamê jî jiyaneke luks heye.
Li ser rewşa Sûriyeyê rojnameya Şerq El Ewsat ji bo Şam a di bin kontrola rejîma Esed de, sernavê "Li hin taxên Şamê jiyana luks û li hinekan jî xizanî û tarî" nivîsandiye.
Di nûçeyê de, cudahiya di navbera taxên paytexta Sûriye Şamê de hatiye eşkere kirin û tê gotin, li hin taxên paytextê her çiqas rewşa aborî dijwar be jî her tişt peyda dibe, erebeyên modern û qerebalixî, li gor taxên din elektrîk her tim lê heye û li hin taxên din jî xizanî, parsekî li peyare û parkan belav bûye ku ew tax di nava tariyê de ne, ji ber ku elektrîk rojane tenê çend saetan heye û xebatên xizmetguzariyê jî kêm in.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin