Îsraîl li Samê xist û 2 kes jiyana xwe ji dest dan
PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê ji hewa de, li payîtexta Sûriyê, li Şamê, li taxa Meezeyê, li erebeyekî xist û di encamê de 2 kes mirin û 3 kes birîndar bûn.
Li gor ragihandina ajansa fermî ya Sûriyê ya SANAyê; Îsraîlê seet di 17.05an de, di êrşa hewayî de, li taxa Mezzeyê, li alavekî xistiye. Li gor ragihandinê encam weha bûye:
“Di êrîşê de 2 sîvîl mirin û 3 sîvîl birîndar bûn. Li deverê xesara maddî çêbû.”
Ji sala 2011an heya niha dema Îsraîlê ji bo xwe hêzekî talûke bibîne û agahiyan ji wan bistîne, li Sûriyê, Xezayê an Lubnanê an li devrekî, êrîşê dike ser wan û wan ji holê radike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin