Îsraîlê bi balafiran li basûrê Samê li Tel Sehîmê xist

02 January 2025 21:14 0 dîtin
Îsraîlê bi balafiran li basûrê Samê li Tel Sehîmê xist

PeyamaKurd – Balafirên Îsraîlê li başûrê Şamê li girê Tel Şehimê xist. Baregehekî rejîma Sûriyê ya berê li wê derê bû. Lê dema balafirên Îsraîlê li gir xistin, teqînên mezin çêbûn ku ev jî nişana hebûna çekan e.

Îsraîlê hemû bermayiyên rejîma Baas a Sûriyê bombe dike û nahêle ku di pêş de, ji desthilata nûh re bibe sermaye.

Li aliyekî operasyonên xwe yên li Golanê fireh dike, xwe 25 km nêzî Şamê kiriye û li aliyê dinê dema ciyê çekên rejîma Esad tesbît bike, wan bi balafiran îmha dike.

Îsraîlê, di sala 1967an de Girên Golanê xistibû destê xwe û paşî di sala 1974an de bi Sûriyê re ‘Paymana Vekişîna Hêzan’ bi Sûriyê re îmza kiribû û di navbera xwe û Sûriyê de herêma tampon danîbû ku çek an çekdar nediketin herêma tampon.