SANA: Îsraîlê bi mosekan êrîsî basûrê Samê kir

07 June 2022 10:42 0 dîtin
SANA: Îsraîlê bi mosekan êrîsî basûrê Samê kir

PeyamaKurd –  Ajansa fermî ya Sûriyê SANAyê diyar kir, Îsraîlê şeva borî bi rêya asmanî êrîşî ser hin xalên leşkerî yên hêzên rejîma Sûriyê li başûrê Şamê kir.

Li gor ajansa fermî ya Sûriyê “SANA” ji ser zarê jêderekî leşkerî da zanîn, şeva borî di saet 23.18an de, Îsraîlê ji aliyê Golanê ve êrîşeke asmanî pêk anî û hin xalên başûrê Şamê kirin armanc.

SANAyê eşkere kir: “Sîstemên me yên berevaniya asmanî rûbirûyî moşekên dijminan bûn û piraniya wan xistin xwarê. Di êrîşê de tenê ziyan çêbû.”

Herwiha Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirova jî destnîşan kir, êrîşa esmanî ya Îsraîlê hin cihên leşkerî li devera Kiswa li başûrê Şamê bi 10 moşekan armanc kirin ku milîsên Hizbullah a Lubnanî û bataryayên berevaniya asmanî yên rêjîma Sûriyê li wê deverê hene.

Di berdewamiyê de hat gotin ku sîstema berevaniya asmanî ya Sûriyê herî kêm 7 moşek xistine xwarê.

Rewangehê da zanîn, moşekek li bajarokê Eqreba ket û di encamê de tenê ziyanên madî çêbûn.