SANA: Îsraîlê bi mosekan êrîsî derdora Balafirxaneya Navdewletî ya Samê kir

27 October 2022 12:31 0 dîtin
SANA: Îsraîlê bi mosekan êrîsî derdora Balafirxaneya Navdewletî ya Samê kir

PeyamaKurd – Ajansa SANA ya Sûriyê diyar kir, Îsraîlê bi moşekan êrîşî derdora Balafirxaneya Navdewletî ya Şamê kiriye.

Li gor ajansa SANA ya Sûriyê ji çavkaniyekî leşkerî daye zanîn, îro 27ê Cotmeha 2022an, di saet 00:30an de, Israîlê ji aliyê Filistînê ve êrîşeke asmanî pêk anî û çend xalên derdora bajarê Şamê kirin armanc.

Herwiha eşkere kiriye, sîstema berevaniya asmanî rûbirûyî êrişa Îsraîlê ya bi moşekan bû û hin ji wan xistin xwarê.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirova jî destnîşan kir, Îsraîlê bi moşekan êrîşî derdora Balafirxaneya Navdewletî ya Şamê kir û herî kêm, 4 moşek li devera balafirxaneyê û Seyide Zêneb ketin.