SANA: Îsraîlê bi mosekan êrîsî Sûriyê kir!

14 September 2023 12:59 0 dîtin
SANA: Îsraîlê bi mosekan êrîsî Sûriyê kir!

PeyamaKurd – Hat diyarkirin ku di bomberdûmana navendên parastina hewayî yên li bejahiya Tartûsa Îsraîlê de 2 leşkerên Sûriyeyê mirin û 6 leşker jî birîndar bûn.

Hat îdiakirin ku Îsraîlê li rojavayê Sûriyeyê li eyaleta Tartusê êrîşeke fuzeyî pêk aniye.

Ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê SANA di nûçeya xwe ya ku xwe dispêre çavkaniyeke leşkerî de diyar kir, Îsraîlê li gorî saeta herêmî saet 17.22'an li Tartusê bi rêya Behra Spî êrîşî hin nuqteyên artêşa Sûriyeyê yên li Tartûsê kirin.

Di nûçeyê de hat gotin, sîstema parastina hewayî hatiye hedefgirtin, 2 leşkerên artêşa Sûriyeyê mirine, 6 leşker jî birîndar bûne û ziyana madî pêk hatiye.

Der barê êrîşê de ti daxuyanî ji rayedarên Îsraîlê nehat.