SANA: Îsraîlê bi mosekan êrîsî derdora Samê kir
PeyamaKurd – Îsraîlê bi moşekan êrîşî baregeheke Hizbullaha Lubnanî û hin xalên din li derdora Şamê kir.
Li gor ajansa fermî ya nûçeyan a Sûriyê “SANA” diyar kir, Îsraîlê şeva borî ji aliyê Golana Sûriyê ve êrîşeke asmanî pêk anî û hin xalên li derdora Şamê kirin armanc.
Herwiha da zanîn, berevaniya asmanî ya Sûriyê rûbirûyî moşekên Îsraîlê bû û hejmarek ji wan xistin xwarê.
Li ser zarê çavkaniyeke leşkerî jî eşkere kir, di encama êrîşê de ziyanên madî derketine.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirova jî belav kir, moşekên Israîlî baregeheke hêzên Berevaniya Asmanî yên rêjîmê ku milîsên Hizbulaha Libnanî tê de hene, kirine armanc.
Rewangehê destnîşan kir, Îsraîlê deverên Hefîr El-Fewqa, El-Hama li Şamê û derdora Firokxaneya Navdewletî ya Şamê jî kirine armanc.
Zanyariyên Rewangehê diyar kir, ji destpêka îsal ve, ev êrîşa Îsraîlê ya 17emîn e li ser xaka Sûriyê ku tê de 34 baregeh û komgehên çekan wêran kirine, herwiha 48 leşker û çekdar hatine kuştin û 28 kes jî birîndar bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin