SANA: Îsraîlê bi mosekan êrîsî navçeyên derdora Samê kir
PeyamaKurd – Ajansa fermî ya Sûriyê (SANA) diyar kir, Îsraîlê bi moşekan êrîşî navçeyên derdora Şamê kir û di encamê de, 2 leşker hatine kuştin.
Li gor çavkaniyekî leşkerî ji SANA re da zanîn, îro di saet 5:10an de, Îsraîlê bi moşekan êrîşî hin xalên li derdora bajarê Şamê kirin. Sîstema berevaniya asmanî ya Sûriyê rûbirûyî moşekan bû û piraniya wan xistine xwarê.
Herwiha eşkere kir, di encama êrîşê de 2 leşker hatin kuştin û hin ziyanên madî çêbûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin