SANA: Îsraîlê bi mosekan êrîsî ser navçeyên derdora Samê kir

24 February 2022 13:33 0 dîtin
SANA: Îsraîlê bi mosekan êrîsî ser navçeyên derdora Samê kir

PeyamaKurd Ajansa fermî ya Sûriyê “SANA” diyar kir, îro Îsraîlê bi moşekan êrîşî ser navçeyên derdora Şamê kiriye û di encamê de 3 leşker hatine kuştin.

Li gor çavkaniyek ji ajansa leşkerî ya SANAyê eşkere kir, îro di saet 01:10an de, Îsraîlê ji aliyê bakurê Gola Teberiyayê ve, bi moşekan êrîşî hin xalên li derdora bajarê Şamê kir.

Herwiha destnîşan kir, sîstema berevaniya esmanî ya Sûriyê rûbirûyî moşekan bûne û piraniya wan xistine xwarê.

Di berdewamiyê de da zanîn, di encama êrîşê de 3 leşker hatin kuştin û hin ziyanên madî çêbûn.