SANA: Îsraîlê bi mosekan êrîsî Balafirgeha Navneteweyî ya Helebê kir
PeyamaKurd – SANAyê diyar kir, Îsraîlê bi moşekan êrîşî Balafirgeha Navneteweyî ya Helebê kiriye.
Ajansa nûçeyan a rejîma Sûriyê SANA ku ser bi çavkaniyên leşkerî ve ye da zanîn, bi şev saet derdora 02:00an artêşa Îsraîlê ji aliyê herêma Behra Spî ve bi moşekan êrîş birin ser Balafirgeha Navneteweyî ya Helebê.
Herwiha hat eşkerekirin, di encama êrîşan de li balafirgehê zerara madî çêbûye û seferên balafiran hatine rawestandin.
Ji destpêka îsal ve ev çaremîn êrîşa Îsraîlê bo ser Sûriyê bû.
Hêjayî gotinê ye, sala borî Îsraîl êrîş biribû ser balafirxaneyên ku Îran bikar tîne, da ku nehêle çek û cebilxane derbasî Sûriyê bibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin