Îsraîlê cara duyem êrîs bir ser basûrê Samê

01 September 2022 01:07 0 dîtin
Îsraîlê cara duyem êrîs bir ser basûrê Samê

PeyamaKurd – Ajansa fermî ya Sûriyê SANA ragihand ku Îsrîalê piştî êrîşa balafirgeha Helebê êrîş biriye ser rojhilatê başûrê Şamê. SANA binkeya nûçeya xwe bir ser çavkaniyên leşkerî û weha got:

“Îro êvarê siet li dora 21.00 an de, di ser axa Fîlîstînê de di ser Gol a Taberbayê de ketiya axa Sûriyê, hinek noqteyan kiriye hedef û gelek fuzeyan avêtiye deverê. Sîstema bergiriyê ya hewayî ya Sûriyê bersiva êrîşan daye û gelek fuzeyan îmha kiriye.”

Nehat zanîn bê Îsraîlê êrîşê kîjan hedefan kiriye û SANA dibêje; di encamê de tenê zerara maddî çêbûye.