Îsraîlê êrîsî basûrê Beyrûtê kir
PeyamaKurd – Îsraîlê li başûrê Beyrûta paytexta Lubnanê êrîşên hewayî pêk anîn.
Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichai Adraee di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê Xê da îdia kir ku wan li başûrê Beyrûtê depoyeke çekan a Hîzbullahê xist.
Êrîş piştî wê yekê hatin ku Adraee gefa êrîşê li hin nuqteyên li başûrê Beyrûtê xwar, bi îdiaya ku ew girêdayî Hizbullah in.
Îsraîl ji 10ê Cotmehê ve êrîşek li dijî Beyrûtê nekiriye.
Di êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de 2 hezar û 350 kes mirin
Artêşa Îsraîlê ku ji 8ê Cotmeha sala 2023an ve şer û pevçûnên kontrolkirî yên bi Hizbullahê re didomîne, di 23ê Îlonê de bi sedan êrîşên esmanî li ser bajarên başûrê Lubnanê û herwiha herêmên Bekaa û Baalbekê pêk anîn.
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê, ji 8ê Cotmeha 2023an û vir ve 104 zarok û 194 jin bi giştî 2 hezar û 350 kesan jiyana xwe ji dest dane û 10 hezar û 906 kes jî birîndar bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin