Îsraîlê êrîsî basûrê Lubnanê kir: Kustî û birîndar hene

17 August 2024 13:12 0 dîtin
Îsraîlê êrîsî basûrê Lubnanê kir: Kustî û birîndar hene

PeyamaKurd – Di êrîşa hewayî ya ku artêşa Îsraîlê li dijî başûrê Lubnanê pêk anî de jin û zarok jî di nav de 10 kesan jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.

Li gorî nûçeyên ku di çapemeniya Lubnanê de cih girtine, balafirên şer ên artêşa Îsraîlê li herêma pîşesazî ya derdora bajarokê Kefûr Şîmalî ya parêzgeha Nebatiyeyê li tesîseke çîmentoyê xistin.

Di daxuyanîya ku ji aliyê Wezareta Tenduristîyê ya Lubnanê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku di encama êrîşê de dayik û 2 zarokên wê jî di nav de bi tevahî 9 kesan jiyana xwe ji dest dan û 2 jê giran 5 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin ku piraniya kuştî û birîndaran penaberên Sûriyeyê ne.