Îsraîlê li basûrê Lubnanê êrîsî Hizbullahê kir

07 January 2024 19:06 0 dîtin
Îsraîlê li basûrê Lubnanê êrîsî Hizbullahê kir

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê li başûrê Lubnanê li herêma Sîdonê êrîş birîye ser xalên leşkerî yên Hizbullahê.

Ev agahî ji aliyê Radyoyha Artêşa Îsraîlê ve hate ragihandin. 

Di daxuyaniya nivîskî ya artêşa Îsraîlê de hate ragihandin ku hêzên artêşê, kompleksên hêzên leşkerî yên Hizbullahê kirine armanc.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li başûrê Lubnanê binesazî, navenda operasyonê û rampên mûşekavêtinê yên Hîzbullahê bûne armanca artêşa Îsraîlê.

Artêşê her wiha dîmenên vê êrîşa li başûrê Lubnanê jî parve kir.

Ji hêla din ve Hizbullahê ragihand ku îro zêdetirî 60 mûşekan avêtine navendeke leşkerî ya artêşa Îsraîlê ya li ser sînor. Hizbullahê da zanîn ku ev êrîş, bi mebesta tolhildana kuştina Cîgirê Serokê Polîtburoya Hemasê Salih El Arûrî pêk anîne.

Di şer û pevçûnên nav Îsraîl û Hizbullahê yên ji 8ê Cotmehê vir ve de 152 endamên Hîzbullahê, 28 sivîlên Lubnanî, 5 sîvîl û 9 leşkerên Îsraîlî jiyana xwe ji dest dan.