SANA: Îsraîlê bi balafiran derdora Samê bombebaran kir

12 February 2022 14:03 0 dîtin
SANA: Îsraîlê bi balafiran derdora Samê bombebaran kir

PeyamaKurd Ajansa Sana ya hikûmeta Şamê ragihand, Israîlê do nêzî 1ê şevê, bi balafiran derdora Şamê bombebaran kir.

Li gor zanyariyan, di encama bombebarana Israîlê de, leşkerekî hikûmeta Şamê hat kuştin û 5 jî birîndar bûn.

Herwiha di derbarê êrîşê de, ajansê agahî bi parve nekir û ev agahî jî spartin çavkaniyeke leşkerî.

Li gorî van agahiyan: “Êriş, derdora 1ê şevê pêk hat. Hin moşek ji başûr rojhilatê Beyrûtê û hin jî ji aliyê Colanê ve dihatin avêtin.”

Herwiha hat destnîşankirin, sîstema parastina asîmanî rê li ber moşekan girtiye û çend ji wan anîne xwarê û di encama êrîşê de, leşkerekî hikûmetê hat kuştin û 5 jî birîndar bûn û ziyaneke madî gihandiye derdorê.