SANA: Îsraîlê êrîsên esmanî li ser hin xalên leskerî yên li derdora Samê pêk anîn
PeyamaKurd – Hat diyarkirin ku Îsraîlê li derdora paytexta Sûriyeyê Şamê li dijî hin xalên leşkerî êrîşên hewayî pêk anîn.
Di nûçeya ku ajansa nûçeyan a Sûriyeyê SANA ya ser bi çavkaniyên leşkerî ve girêdayî ye, hat destnîşankirin ku di saet 02:20an de li gorî saeta herêmî hin xalên leşkerî yên li derdora Şamê ji Girên Golanê ji aliyê artêşa Îsraîlê ve bi êrîşeke hewayî hatin hedefgirtin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Pergalên me yên parastina hewayî li hemberî moşekên dijmin derketin û hin ji wan xistin xwarê. 4 leşker mirin, 4 jî birîndar bûn."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin