Îdia | Îsraîlê li Samê li dijî hin xalên leskerî êrîsên hewayî pêk anîn

14 June 2023 11:41 0 dîtin
Îdia | Îsraîlê li Samê li dijî hin xalên leskerî êrîsên hewayî pêk anîn

PeyamaKurd Hat îdiakirin ku Îsraîlê li paytexta Sûriyeyê Şamê li dijî hin xalên leşkerî êrîşên hewayî pêk anîn.

Di nûçeya ku ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê SANAyê dispêre çavkaniyeke leşkerî de, hat îdiakirin ku li gorî saeta herêmî saet 01:05an de hin xalên li Şamê ji aliyê hêzên Îsraîlê ve hatine hedefgirtin.

Di raporê de hat gotin, "Pergalên me yên parastina hewayî li moşekên dijmin rast hatin û hin ji wan xistin xwarê. Di êrîşê de leşkerek birîndar bû û xisar dît."

Derbarê êrîşê de ji aliyê rayedarên Îsraîlî ve ti daxuyanî nehat dayîn.

Hat destnîşankirin ku artêşa Sûriyeyê û komên terorîst ên ku Îran piştgiriya wan dike û endamên Hizbullaha Lubnanê jî li Şamê û gundewarê wê hene.