Îsraîlê êrîsî xalên leskerî yên li Samê kir!

22 August 2023 09:55 0 dîtin
Îsraîlê êrîsî xalên leskerî yên li Samê kir!

PeyamaKurd – Hat ragihandin, Îsraîlê li Şama paytexta Sûriyeyê li dijî hin xalên leşkerî êrîşên moşekan pêk anîn.

Di nûçeya ku ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê SANA ya ku xwe dispêre çavkaniyên leşkerî de hat ragihandin, li gorî saeta herêmî saet 23.05an de hin nuqteyên leşkerî yên li Şamê ji aliyê hêzên Îsraîlê ve li Girên Golanê hatin hedefgirtin.

Di nûçeyê de daxuyaniyên "Di êrîşa moşekî de leşkerek birîndar bû, ziyana madî çêbû" hatin dayîn.

Tê zanîn, li derdora Şamê hêmanên Hizbullaha Lubnanî û artêşa Sûriyê û komên têrorîst ên ku Îran piştgiriya wan dike hene.

Ji destpêka şerê navxweyî ya sala 2011an ve, Îsraîl car caran êrîşî komên ser bi Îranê û xalên leşkerî yên girêdayî artêşa Sûriyê dike.