Waliyê nû yê Samê: Em ne li dijî Îsraîlê ne, em dixwazin pê re astiyê pêk bînin

27 December 2024 14:56 0 dîtin
Waliyê nû yê Samê: Em ne li dijî Îsraîlê ne, em dixwazin pê re astiyê pêk bînin

PeyamaKurd – Waliyê nû yê Şamê, ragihand: “Dibe ku Îsraîl piştî rûxandina rejîma Esad xwe bi fikar hîs kiribe, ji ber hin komên çekdar dema ku bi pêş ve çûn, hinek herêmên wan bombebaran kirin, ew metirsî xwazayî ne.”

Piştî hilweşîna rejîma Esed, Îsraîlê çend cihên stratejîk li Sûriyeyê kirine armanc û wêran kirin, piranî jî baregeh û cihên leşkerî yên artêşa têkçûyî ya Esed in.

Waliyê nû yê Şamê di derbarê metirsiyên Îsraîlê de ji bo Radyoya Netewî ya Amerîkayê ragihandiye: “Tu tirsa Sûriyê ji Îsraîlê nîne, pirsgirêk ne bi Îsraîlê re ye.”

Amaje bi wê jî kir: “Gelê Sûriyeyê alîgirê aştiyê ye û dixwaze ji pevçûnan dûr bisekine. Em ne li dijî Îsraîlê ne. Em dixwazin bi wê re aştiyê pêk bînin.”